Hewlêr (Rûdaw) - Îro bi 2 dronan êrişî Hewlêrê hat kirin û bi 5 dron û mûşekan jî êrişî Silêmaniyê hat kirin.
Îro saet 10:23yan li Hewlêrê dengekî bilind hat bihîstin.
Birêvebirekî ewlehiyê ji Rûdawê re got, “Êriş bi dronan bû. Hîn nayê zanîn bê ma ziyanên wê hene yan na.”
Her wiha îro nêzîkî saet 09:30î, dronek li asmanê Hewlêrê teqiya.
Heta vê kêliyê nehatiye eşkerekirin bê am ew bi xwe teqiyaye yan jî bi rêya pergala parastinê hatiye teqandin.
Aliyên ewlehiyê hîn li ser her du êrişên li Hewlêrê ti agahî belav nekirine.
