Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed 79 sal berê, rojeke wekî îro li Mehabadê hat bidarvekirin.
Bi Qazî Mihemed re Wezîrê Parastinê yê Komara Kurdistanê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabadê hatin bidarvekirin.
Pêşewa Qazî Mihemed 1ê Gulana sala 1900î li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Qazî Mihemed 31ê Adara 1947an li Meydana Çarçirayê ji aliyê rejîma wê demê ya Îranê ve hat bidarvekirin.
Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de dadwer, serokê Partiya Komeleyê (Nîsana 1945), damezirênerê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) û serokê Komara Kurdistanê bû.
Qazî Mihemed kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim e. Ew bi Mîna Qaziyê re zewiciye, kurek û 7 keçên wî hebûn.
Ji malbateke dîndar û Kurdperwer tê. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvan bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû.
Mamê wî Fetaq Qazî, dema Rûs dikevin Mehabadê di şerê li hemberî wan de canê xwe ji dest dide.
Kalikê wî Şêx Elmeşayix ji bo yekkirina Kurdan, sala 1930î li gundê Erbatoyê yê bajarê Dîwandereyê êlên Kurdan li hev civandine.
Ragihandina Komara Kurdistanê
Qazî Mihemed 22yê Kanûna Paşîn a 1946an li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê Komara Komara Kurdistanê ragihand.
Piştî ku Komara Kurdistanê 17ê Kanûna Peşîn a 1946an tek çû, Qazî Mihemed û Wezîrê Parastinê yê Komara Kurdistanê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî 31ê Adara 1947an li Meydana Çarçirayê hatin bidarvekirin.
Wesiyeta Qazî Mihemed
Wesiyeta Pêşewa Qazîi Mihemed ji arşîvên fermî yên Îranê hatiyedîtin.
Qazî Mihemed di wesiyeta xwe de wiha dibêje:
“Gelê min ê Kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behrxwarî, gelê min ê zorlêkirî, va ez di gavên herî dawî yên jiyana xwe de me.
Werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminatiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hemberî dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dijminan.
Dijmin her ew qasî we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qet bi we re dilovaniyê nake, di her derfetê de be qet li we nabihure.
Şîret û wesiyeta min ew e bila zarokên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hûn ji karwanê gelan li paş nemînin û her xwendin çeka kujer a dijminan e.
