Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê "daxwaza agirbestê ya Îranê" de red kirin û got, "Ti rastiya van gotinan nîne."
Li gorî medyaya Îranê, Îsmaîl Beqayî ji televîzyona Al Jazeerayê re axivî û îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump nirxandin.
Beqayî li ser îdiaya Trump a ku gotibû "Serokkomarê nû yê rejîma Îranê ji min agirbest xwestiye", bertek nîşan da û diyar kir ku ev yek dûrî rastiyê ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi awayekî zelal got, "Ti rastiya gotinên Trump ên derbarê agirbestê de nîne."
Gotinên Trump çi bûn?
