Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya bajarê Tehranê yê Îranê ji bo bi hezaran kesên ku di encama êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê de malên wan zerer dîtine, ket nava liv û tevgerê.
Meclîsa Şaredariya Tehranê ragihand ku zêdetirî 10 hezar welatiyên ku bêmal mane, li otelan têne ezimandin.
Li Tehrana paytexta Îranê, piştî ku sivîlan zerer dît, dest bi operasyoneke berfireh a alîkariya mirovî kir.
Endamê Meclîsa Şaredariya Tehranê Mihemed Axamîrî, tedbîrên bilez ên ji bo wan welatiyên ku ji ber êrişan bi pirsgirêka stargehê re rû bi rû mane, bi raya giştî re parve kirin.
28 otel bûn stargeh
Mihemed Axamîrî da zanîn ku di encama operasyonên asmanî yên ji aliyê Amerîkayê û Îsraîlê ve hatine kirin de, zererên mezin gihîştine avahiyan.
