Hewlêr (Rûdaw) - Di roja pêncem a şerê Rojhilata Navîn de, Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku wan Tengava Hurmuzê bi temamî kontrol kiriye.
Di heman demê de Îsraîlê êrişeke nû bir ser Tehranê û çend armancên Hizbulahê yên li Libnanê.
Îsraîlê careke din Tehran bombebaran kir
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan roja çarşemê li Tehranê dest bi pêleke nû ya êrişên asmanî kiriye.
Dengê teqînekê li bakurê rojhilatê paytexta Îranê hat bihîstin.
Artêşa Îsraîlê dibêje ku wan "bi dehan" armanc bombebaran kirine û pêkane ku di nav wan de navendên fermandariya ewlehiyê yên li Tehranê jî hene.
Keştiyeke şer a Îranê noqî avê bû
Hikûmeta Srî Lankayê ragihand ku keştiyeke şer a Îranê ya ji cureyê "Frigate" ku 180 rêwî tê de bûn li derveyî avên herêmî yên wî welatî ji ber teqînekê noqî avê bûye.
Wezîrê Karên Derve yê Srî Lankayê ragihand ku wan 32 deryavan rizgar kirine ku bi "giranî birîndar" bûne.
Hat diyarkirin ku wan deryavanan piştî ku keştiyê (IRIS Dena) daxwaza alîkariyê kiribû hatine rizgarkirin.
Gumanên Kanadayê
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ragihand ku êrişên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê cihê gumanê ne.
Carney got, "Li gorî delîlên destpêkê, wisa xuya dike ku êriş bi qanûnên navneteweyî re naguncin."
Kontrolkirina Tengava Hurmuzê û gefên Îranê
Supaya Pasdaran ragihand ku hêzên Îranê Tengava Hurmuzê "bi temamî kontrol" kiriye ku rêyeke serekî ya enerjiya cîhanê ye.
Pasdaran hişyarî da ku her keştiya bixwaze derbas bibe metirsiya lêketina mûşek û dronan li ser heye.
Li beramberî vê yekê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Hêza Deryayî ya Amerîkayê amade ye li wê navçeyê parastina tankerên petrolê bike.
Merasîma veşartina Xamineyî
Televîzyona fermî ya Îranê belav kir ku ji êvara çarşemê ve merasîma fermî ya veşartina Elî Xamineyî dest pê dike û dê 3 rojan biajo.
