Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Serokê Îstixbarata Supaya Pasdaran di êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Tehranê de hatiye kuştin.
Supaya Pasdaran îro li ser hesabê xwe yê fermî yê Telegramê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Mecîd Xadimî berê sibeha îro di êrişa Amerîka-Îsraîlê de hatiye kuştin.
