Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî çend tesîsên stratejîk ên petrolê yên li Tehran û Elburzê bûn hedefa êrişên balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê.
Di encama van êrişan de 4 kes mirin.
Rayedarên hikûmetê û pîşesaziya sotemeniyê ya Îranê destnîşan kir ku di dabînkirina sotemeniyê de ti pirsgirêk nîne.
Rayedaran ji welatiyan xwest ku aram bibin û guh nedin gotegotan.
Birêvebirê Giştî yê Şirketa Niştimanî ya Belavkirina Berhemên Petrolê ya Îranê Keramet Weyskeremî êrişên balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê piştrast kirin.
Keramet Weyskeremî da zanîn ku şeva borî li parêzgehên Tehran û Elburzê 4 tesîsên depokirina petrolê û navendeke veguhastina berhemên petrolê bûne hedef.
Li gorî amarên destpêkê, di van êrişan de 4 ajokarên tankerên petrolê mirine.
“Em di amadebaşiyê de ne”
Berdevkê Komeleya Xwediyên Benzînxaneyan Reza Newaz li ser êrişan daxuyanî da.
Reza Newaz ragihand ku di zincîreya dabînkirin, veguhastin û belavkirinê de hemû sektora fermî û sektora taybet di amadebaşiya herî bilind de ne.
Newaz diyar kir ku ev amadebaşî ji bo wê yekê ye ku di dabînkirina sotemeniyê de ti kêmasç çênebin.
