Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li Îranê zêdetirî 3 hezar cihan hatine bombebarankirin.
Şerê di navbera Îranê û hevpeymaniya Amerîka û Îsraîlê de derbasî hefteya xwe ya duyem dibe.
Donald Trump û berpirsên Îsraîlê li ser metirsiya dirêjbûna şer diyar dikin ku dibe operasyon çend hefteyên din jî bidomin heta ku bigihêjin armancên xwe.
Zererên Îranê
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji 28ê Sibatê ve heta niha li navxweyê Îranê zêdetirî 3 hezar cihan hatine bombebarankirin.
Zererên Îranê bi vî rengî ne:
Hêzên Deryayî: 43 keştiyên şer ên Îranê hatin têkbirin.
Operasyona "Xezeba Destanî": Amerîkayê ev nav li operasyonên xwe kiriye. Di van operasyonan de navendên biryardayînê, baregehên Supaya Pasdaran, hêzên asmanî, pergalên parastina asmanî û kargehên mûşekên balîstîk hatine armanckirin.
Şerê li ser asta serkirdayetiyê
Li gorî agahiyan, Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî her di roja yekem a operasyona hevbeş de hatiye kuştin.
Ji xeynî wî bi dehan serkirdeyên siyasî û leşkerî yên din jî hatine kuştin.
Hinek ji wan ev in:
