Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî agirbesteke du hefteyî qebûl kiriye.
Trump diyar kir ku wan pêşniyareke 10 xalî ji Îranê wergirtiye.
Hûrgiliyên pêşniyara 10 xalî ya ku Îranê ji bo peymanê pêşkêş kiriye jî eşkere bûn.
Di encama navbeynkariya Pakistanê de ji dan û standinên navbera Amerîka û Îranê encameke erênî derket.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî bombebaran û êrişên li ser Îranê ji bo du hefteyan rawestandine.
Trump li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Me pêşniyareke 10 xalî ji Îranê wergirt û em bawer in ku ev ji bo dan û standinan bingeheke kêrhatî çêdike.
Amerîka û Îranê hema bêje li ser hemû xalên nakok ên berê li hev kiriye.
Ev dema du hefteyan dê derfetê bide ku peyman temam bibe û were cîbicîkirin."
Di pêşniyara 10 xalî de çi heye?
Medyaya dewletê ya Îranê mercên agirbesta 10 xalî eşkere kirin. Ev merc wiha ne:
