Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Îranê roja duşemê girtiyekî din ê ku bi sîxurî û hevkariya bi dezgehên îstixbarata Amerîka û Îsraîlê re dihat tohmetbarkirin, îdam kir.
Ev yek di demekê de pêk hat ku ji destpêka şer ve bi dehan kes hatine îdamkirin.
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya ku nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ye îro ragihand:
"Îrfan Şakurzadeyê kurê Cefer, bi tawana hevkariya bi servîsa îstixbarata Amerîkayê û servîsa sîxuriyê ya Mossadê re hat bidarvekirin."
Tesnîmê li gorî belgeyên dadgehê diyar kir ku Îrfan Şakurzade dema li yek ji saziyên zanistî yên welêt ên li ser teknolojiya peykan (satelayt) dixebitî, hewl daye zanyariyên "nihênî" bide "servîsên dijmin".
9 mehan di hucreya yekkesî de ma
Îrfan Şakurzade 29 salî bû û xwendekarê Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Îranê ya li Tehranê bû.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Şakurzade destpêka 2025an ji aliyê hêzên Supaya Pasdaran ve bi hinceta “hevkariya bi welatên dijmin re” hatibû desteserkirin.
Hengawê da zanîn ku destpêkê ti zanyariyek li ser cihê wî û dosyeya wî nedabûn malbata wî.
Rêxistina mafên mirovan eşkere kir ku Şakurzade 9 mehan di hucreyeke yekkesî de hatiye ragirtin û rastî şkenceyeke giran a hêzên îstixbarata Supaya Pasdaran hatiye.
Hengawê û rêxistinên din roja înê ragihandibûn ku Dadgeha Bilind cezayê darvekirinê yê Şakurzade pesend kiriye.
Wan her wiha dabû zanîn ku Şakurzade birine hucreyeke yekkesî ya li Girtîgeha Qizilhesarê ya li parêzgeha Elborzê.
Veguhestina ji bo hucreya yekkesî wekî nîşaneya wê yekê tê dîtin ku dê girtî di demeke nêzîk de were îdamkirin.
Divê were gotin ku medyaya dewletê û saziyên nêzîkî Supaya Pasdaran li ser tohmeta sîxuriyê ya Şakurzade ti belgeyek nîşan nedaye.
Nameya ji girtîgehê: Ez bêguneh im
Beriya ku were îdamkirin, Îrfan Şakurzade karîbû nameyekê ji girtîgehê bişîne derve û di wê nameyê de gotibû ku ew bêguneh e.
Li gorî Hengawê, Şakurzade di nameya xwe de wisa gotibû:
“Ez Îrfan Şakurzade me, yek ji wan kesên xwedî jêhatîbûn ku min biryar da ez koçber nebim. Ez bi tohmetên bêbingeh ên sîxuriyê hatim girtin.
