Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê ragihand ku di dan û standinên Pakistanê de Amerîkayê nikaribûye baweriyê bide Îranê.
Wî diyar kir ku niha dor a Washingtonê ye ku biryarê bide ka dikare wê baweriyê ducare ava bike yan na.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf piştî bidawîhatina dan û standinan li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê nivîsand:
"Beriya destpêkirina dan û standinan me tekez kiribû ku em xwedî niyeteke baş û îradeyeke pêwîst in.
Lê belê ji ber tecrubeya du şerên borî, ti baweriya me bi aliyê beramber nîne."
Qalîbaf amaje bi wê yekê kir ku şandeya Îranê ya bi navê "Mînab 168" komek destpêşxeriyên nû pêşkêş kirine.
Lê belê wî destnîşan kir ku aliyê beramber di van dan û standinan de nikaribûye baweriyê bide şandeya Îranê.
Piştî nêzîkî 40 rojan şer, 8ê Nîsanê Amerîka û Îran bi navbeynkariya Pakistanê li ser agirbesteke du hefteyî li hev kir.
