Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî dibêje, ti daxwazên hikûmeta wî yên ji bo dan û standinên bi Amerîkayê re nîne.
Ev daxuyanî wekî redkirina gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump e ku gotibû "Tehran dixwaze ji bo bidawîkirina şer peymanekê bike.”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di hevpeyvînekê de li gel bernameya Face the Nationê ya kanala CBSyê ya Amerîkayê got:
"Em bi temamî aram û bihêz in. Em tenê welatê xwe diparêzin."
"Ti ezmûnên me yên baş nînin"
Eraqçî diyar kir ku ew ti sedeman nabînin ku bi Amerîkiyan re dan û standinan bikin û wiha domand:
“Çimkî dema ku wan biryar da ku êrişî me bikin em bi wan re di dan û standinan de bûn.
Ti ezmûnên me yên baş bi Amerîkiyan re nînin."
Ev daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştî wê yekê tên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump roja şemiyê daxuyaniyek dabû.
