Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê daxuyaniyên Donald Trump red dikin û dibêjin uranyuma wan a dewlemendkirî wekî "axa Îranê pîroz e".
Wan ragihand ku ew uranyuma xwe ji bo ti deran venaguhêzin.
Berdevkê Komîteya Ewlehiya Niştimanî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî ragihand ku Tehran bi ti awayî qebûl nake ku uranyuma dewlemendkirî biçe derveyî Îranê.
Îbrahîm Rezayî destnîşan kir ku Îran "bi tundî red dike" dest ji dewlemendkirina uranyumê berde yan bernameya xwe ya nukleerî ya "aştiyane" rawestîne.
Li gorî gotina Rezayî, Îran vê mijarê wekî "xeteke sor a stratejîk" dibîne û anî ziman ku Îranê ti soz nedane ku uranyuma xwe radestî Amerîkayê yan jî welatekî din bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji ajansa Tesnîmê re axivî û got:
