Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de gefên giran li Îsraîlê xwarin û ragihand, “Îran dê binpêkirina qada asmanî ya xwe ya ji aliyê Siyonîstan ve efû neke”.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ragihand, “Siyonîstan şaşiyeke mezin kiriye. Divê piştrast bikin ku û ew dê li hemberî vê tawanê werin cezakirin.”
Rêberê Dînî yê Îranê tekez kiriye ku “Îran binpêkirina qada asmanê xwe efû nake” soz da ku “xwîna şehîdan ji bîr nake”.
Gefên Elî Xamineyî piştî êrişên asmanî yên Îsraîlê hatin kirin ku wan çend baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan ên asmanî dest bi şepoleke nû ya êrişê ya li Tehrana paytexta Îranê kiriye.
