Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê 3 kesên ku di dema xwenîşandanên ji ber krîza aborî de bi “kuştina du polîsan” hatibûn tohmetbarkirin hatin bidarvekirin.
Ew her sê xort vê sibehê li bajarê Qumê li ber çavên xelkê hatin daleqandin.
Li gorî daxuyaniyên rayedarên dadweriyê yên Îranê û Ajansa Nûçeyan a Farsê (fermî), wan sê xortan 8ê Kanûna Paşîn a 2026an di bûyerên li bajarê Qumê de bi kêran êrişî polîsên bi navê Ebas Esedî û Mihemed Qasimî Hempûr kiriye.
Nasnameyên wan hatin eşkerekirin
Navenda Çapemeniyê ya Hêza Dadweriyê agahiyên derbarê van kesan parve kirin.
Li gorî wan agahiyan, ev kes bi tawana "xerakirina tekûziya giştî", "kuştina biqest" û "şerê li dijî dewletê" hatine îdamkirin.
Navên wan Mehdî Qasimî, Salih Mihemedî û Seîd Dawûdî ne.
Di daxuyaniyê de hat angaştkirin ku gumanbar di dema darizandinê de li tawanên xwe mikur hatine û wan di dema tetbîqata li cihê bûyerê de kêliya kuştinê bi hûrgilî vegotiye.
Xwenîşandan
Li Îranê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber ku tumen li hemberî diravên biyanî bi awayekî rekor qîmetê xwe ji dest da û krîza aborî kûr bû, esnafên Bazara Mezin a Tehranê dikanên xwe girtin.
