Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Elî Mihemed Naînî di êrişa Amerîka û Îsraîlê de hat kuştin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê (nîvfermî) ya ku nûçeya xwe spartiye daxuyaniya Supaya Pasdaran, Elî Mihemed Naînî vê sibehê di êrişa Amerîka û Îsraîlê de hatiye kuştin.
Derbarê hûrgiliyên êrişê de ti agahî nehatin dayîn.
Li gorî nûçeyê, Naînî vê sibehê hatiye kuştin.
Elî Mihemed Naînî beriya ku were kuştin ji rojnameya IRANê re gotibû, “Dema ku dijmin nema dê ev şer biqede.”
Serkirdeyên kuştî
Di şerê heta niha de hinek serkirdeyên Îranê yên herî darîçav ên ku hatine kuştin ev in:
Rêberê Olî Elî Xamineyî
