Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê ragihand, eger heta 48 saetan, Îran Tengava Hurmizê veneke, ew dê dest bi bombebarankirina stasyonên enerjî û karebayê yên Îranê bikin.
Di heman demê de, bombebarankirina dezgehên ewlehî û leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê didome.
Serokê Amerîkayê Donald Trump nêzîkî demjimêr 3:00yê berê sibeha îro (bi dema Başûrê Kurdistanê) li ser tora civakî "Truth Social"ê peyamek belav kir.
Trump ragihand, eger Îran ji niha ve heta 48 demjimêrên din Tengava Hurmizê bi temamî û bêyî ti gefekê veneke, Amerîka dê hemû stasyonên hilberîna enerjiyê (kareba) yên Îranê bike armanc.
Wî diyar kir ku ew dê ji stasyonên herî mezin dest pê bikin.
Li beramberî vê yekê, Berdevkê Biryargeha Xatemul Enbiya Îbrahîm Zulfiqar îro bi rêya ajansên nûçeyan ên Îranê daxuyaniyek da.
Zulfiqar ragihand, eger êrişî stasyonên kareba û enerjiyê yên Îranê bê kirin, Îran jî dê êrişî stasyon û projeyên Amerîka û Îsraîlê bike.
Her wiha dê projeyên şêrînkirina avê yên li herêmê ku Amerîka û Îsraîlê çêkirine jî bibin armanc.
Hejmareke zêde ya welatên Kendavê ava xwe ya vexwarinê ji projeyên şêrînkirina avê dabîn dikin.
Bombeyeke taybet a Amerîkayê ya bi navê "Grafît" (Graphite) heye.
Bi wan bombeyan stasyonên karebayê ji kar tên xistin bêyî ku bi temamî werin rûxandin.
Êrişên li Îranê
Ji demjimêr 1ê berê sibeha yekşemê ve, sîstemên parastina asmanî li rojhilat, bakur, navend û başûrê Tehranê çalak bûn û gule berdan asmanan.
Şêniyên Tehranê belav kir ku bi çalakkirina sîstema parastina asmanî re, dengê gelek teqînên bihêz li çend cihên paytexta Îranê hatiye bihîstin.
Roja şemiyê jî gelek cihên li nav û derveyî Tehranê hatibûn bombebarankirin.
Ji berê sibehê heta şeva şemiyê 21ê Adarê, li tax û kolanên Ebas Abad, Lewîzan, Newab, Narmek, Mîrdamad, Tehranpars, Êkbatan, Xanî Abas, Pûnek, Çîtger, Dewlet Abad, Bihar û Mehelatî Azadganê gelek cih bûn armanc.
Her wiha li kolanên Culfa, Pîrozî, Canbazan, Şerîetî û derdora Qada Îmam Huseyîn jî gelek cih hatin armanckirin.
Li bajarên Îslamşehr, Şehriyar, Pakdeşt û Şehrî Reyê yên parêzgeha Tehranê jî gelek xalên leşkerî û sîstemên parastina asmanî hatin bombebarankirin.
Êrişên berê sibehê û sibeha şemiyê yên li Tehranê bi balafiran hatin kirin.
Lê li gorî gotinên wan kesên ku agahî belav kirine, di navbera demjimêr 10 heta 12ê nîvrojê de bi mûşekan êrişî cihên cuda yên nav bajarê Tehranê hatiye kirin.
Yek ji wan cihên ku herî zêde mûşek lê ketine, navenda fermandariyê û baregehên Hêza Asmanî ya Artêşê bûye.
Li Kerec û bajarên din ên parêzgeha Elborzê jî zêdetirî 20 cihî hatin bombebarankirin.
Yek ji wan cihên ku bi giranî hat bombebarankirin, navenda fermandariya Supaya Pasdaran a li bajarê Heştgirdê yê parêzgehê bû.
Balafirên Amerîka û Îsraîlê sibeha şemiyê jî li Şîraza navenda parêzgeha Farsê gelek cih bombebaran kirin.
Medyayên fermî yên Îranê belav kir, di êrişên şemiyê yên li bajarê Şîrazê de hewşa muzeyeke ser bi Wezareta Perwerdeyê ve hatiye armanckirin.
Berê sibeha 22yê Adarê, li bajarê Yezdê baregeheke hêzên bejahî yên Supaya Pasdaran a bi navê "El-Xedîr" û baregeha mûşekî ya li pişt Parka Kuhestanê çend caran ji aliyê balafiran ve hatin bombebarankirin.
Li parêzgeha Îsfehanê, derdora Tesîsa Nukleerî ya Netenzê hat bombebarankirin.
