Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê ji ber şerê bi Amerîka û Îsraîlê re pêleke berfireh a derxistina karkeran dest pê kiriye.
Alîkarê Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Îranê Xulamhusên Mihemedî ragihand ku ji ber şer 2 milyon kesan karê xwe ji dest daye.
Derxistina bikom a karker û karmendan, di medyaya civakî de di navbera Îraniyan de bûye yek ji mijarên herî germ.
Xwediyên kar û rayedarên hikûmetê jî vê yekê wekî "hevsengkirina hêza kar" bi nav dikin.
Bandora vê krîzê tenê bi wan kargehên ku ji ber êrişên asmanî hatine girtin sînordar nîne lê bandoreke giran li hilbirîner, firoşkar, bazirganiya hinarde û hawirdekirinê û sektora dîjîtal jî kiriye.
Bandora qutkirina înternetê
Her wiha biryara hikûmeta Îranê ya ji bo qutkirina înternetê ya di dema şer de, zerereke mezin gihandiye sektora teknolojî û dîjîtal a Îranê û bêkarî hîn zêdetir kiriye.
Rayedar dibêjin ku biryara qutkirina înternetê ji ber sedemên ewlehiyê hatiye dayîn û armanc ew e ku rê li ber çavdêrî, sîxurî û êrişên elektronîk bê girtin.
Kanûna Paşîn a borî, Wezîrê Teknolojî, Agahdarî û Ragihandinê yê Îranê Setar Haşimî ragihandibû ku her rojeke qutbûna înternetê, herî kêm 50 trîlyon riyal (35 milyon dolar) ziyanê digihîne aboriya welêt.
