Hewlêr (Rûdaw) - Riza Telayî Nîk ragihand ku di destê Hêzên Çekdar ên Îranê de zêdetirî 1000 cureyên dron, mûşek û kel û pelên leşkerî hene.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê Riza Telayî Nîk destnîşan kir ku pîşesaziya parastinê xwedî pergaleke wisa ye ku ji destwerdanên derve bandor nabe.
Riza Telayî Nîk anî ziman ku ev kapasîte encama veberhênanên sîstematîk ên 25 salên dawî ye.
Telayî Nîk diyar kir ku hilberîna di pîşesaziya parastinê de ne tenê bi destê dewletê ye.
Sektora taybet û şirketên teknolojiyê yên li ser bingeha zanistê jî beşdarî vê pêvajoyê dibin.
Li gorî amaran, nêzîkî 9 hezar şirket bi artêşê re di nav hevkariyê de dixebitin.
Navendên hilberînê yên stratejîk
