Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku Fermandarê Hêzên Deryayî yê Supaya Pasdaran Elî Reza Tengsîrî di êrişên welatê wî yên li Bender Ebasê de hatiye kuştin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li ser mijarê daxuyanî da.
Israel Katz got, " Fermandarê Hêzên Deryayî yê Supaya Pasdaran Elî Reza Tengsîrî di êrişên welatê me yên li Bender Ebasê de hate kuştin."
Israel Katz her wiha got, "Hêzên parastinê yên Îsraîlê Fermandarê Hêzên Deryayî yê Supaya Pasdaran kuşt.
Ew kesê ku rasterast berpirsê karên terorîstî, danîna bombeyan û girtina Tengava Hurmizê ya li ber keştîvaniyê bû, hate kuştin."
