Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Parlamentoya Îranê ragihand ku Rêberê Îranê Mucteba Xaminêyî ferman daye.
Li gorî fermanê, dê Tengava Hurmizê "bi ti awayî" venegere rewşa berê.
Alîkarê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Nîkzad li ser rewşa Tengava Hurmizê axivî.
Ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê ve, Tengava Hurmizê ji çûn û hatina keştiyan re hatiye girtin.
Elî Nîkzad got, "Em dê bi ti awayî Tengava Hurmizê venegerînin rewşa berê, çimkî ev fermana rêberê bilind e."
Bandora li ser aboriya cîhanê
Li gorî gotina Elî Nîkzad, şerê 40 rojî ev yek nîşan da:
"Eger Îran tengavên Hurmiz û Bab el-Mendebê bigire, dê ji sedî 25ê aboriya cîhanê bikeve bin bandorê."
