Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mihemed Îshak Dar ragihand ku Îranê destûr daye 20 keştiyên din ên bi alaya Pakistanê ku di Tengava Hurmuzê re derbas bibin û rojane dê 2 keştî di tengavê re derbas bibin.
Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mihemed Îshak Dar bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Dar got, "Ez kêfxweş im ragihînim ku hikûmeta Îranê qebûl kir ku destûrê bide 20 keştiyên din ên bi alaya Pakistanê ku di Tengava Hurmuzê re derbas bibin. Rojane dê 2 keştî di tengavê re derbas bibin."
"Mizgîniya aştiyê ye"
Dar diyar kir ku ew bi dilxweşî pêşwaziya vî gavî dikin û ev yek wekî "jesteke avaker" a Îranê pênase kir.
Wezîrê Pakistanî her wiha got, "Ev mizgîniya aştiyê ye û dê ji bo dabînkirina aramiya li herêmê bibe alîkar.
