Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyeke fermî kuştina Elîreza Tengsîrî ragihand.
Elîreza Tengsîrî Fermandarê Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran bû.
Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de hat gotin ku Tengsîrî serperiştiya çendîn êrişên li ser binesaziyên "dijmin" kiriye û balafireke şer a Amerîkayê xistiye xwarê.
Hat diyarkirin ku Tengsîrî di dema rêkxistina hêzan û bihêzkirina mertalê parastinê yê girav û beravên Îranê de bi giranî birîndar bûye û piştre ji ber giraniya birînên xwe miriye
“Karên me dê bihêztir bibin”
Supaya Pasdaran amaje pê kir ku kuştina fermandarên wan ên bilind nabe sedema rawestandina operasyonên wan û anî zimên:
"Çawa ku bi koça dawî ya rêberên mezin ên wekî Ayetulah Xumeynî û Ayetulah Xamineyî rêbaza şoreşê ranewestiya, bi şehîdbûna fermandarên meydanî jî dê karên me bihêztir bibin."
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku leşkerên Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran derbeyeke giran li "dijmin" xistiye. Wan her wiha diyar kir ku ew dê li Tengava Hurmizê birêvebirina qada şer bidomînin.
Supaya Pasdaran kuştina vî fermandarî wekî "destaneke niştimanî" bi nav kir û daxuyanî wiha bi dawî kir:
"Em bi gelê Îranê re peymana xwe nû dikin. Heta ku dijmin bi temamî tê tunekirin û Qudsa Şerîf tê rizgarkirin, em dê ji têkoşînê ranewestin."
Elîreza Tengsîrî yek ji kesayetiyên leşkerî yên diyar ên Îranê bû.
Wî bi salan fermandariya Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran dikir.
