Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporekê, piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a li Sûriyeyê, revandina jinên Elewî her ku diçe zêdetir dibe.
Ew kesên ku tên revandin bi piranî rastî şkence û destdirêjiyê tên.
Ew kes pişt re li beramberî fidyeyeke mezin tên berdan.
Lê belê hikûmeta nû ya Sûriyeyê van raporan û tawanbariyên bi vî rengî red dike.
Li gorî nûçegihanên New York Timesê, meha gulana borî li bakurrojavayê Sûriyeyê keçeke 16 salî ji mala wê hat derxistin û bi zorê ji bo wergirtina fidyeyê hat girtin.
Piştî çend hefteyan, kesekî nenas pêwendî bi malbata wê re danî û ji bo berdana wê bi hezaran dolaran xwestin.
Piştî ku malbatê fidyeya xwestî da, keçik meha tebaxê hat berdan.
Çar kesên ku navên wan di dosyeyê de derbas dibin ragihand ku keçik di jêrzemîneke tarî de hatiye ragirtin.
Wan diyar kir ku bi berdewamî derman dane wê da ku ji hişê xwe biçe û ji aliyê kesên nenas ve destdirêjiyê li wê hatiye kirin.
Dema ku di pişkinîna (kontrol) bijîşkî de derket holê ku keçik ducanî ye, şok û êşa malbatê gelekî zêdetir bû.
Zêdebûna bûyerên revandinê
Piştî ku desthilata Beşar Esed dawiya sala 2024an ji aliyê komên çekdar ve hat rûxandin, malbat û çalakvan li ser medyaya civakî hişyariyan didin.
Ew destnîşan dikin ku jin û zarokên (zarokên keçik) Elewî bi awayekî bêkontrol tên revandin an jî rastî destdirêjiyê tên.
Piraniya xelkê dilgiran e ku ev komên çekdar ji ber tawanên rejîma berê, Elewiyan bi qesdî bikin armanc.
Li gorî agahiyên ku New York Timesê bi rêya "komkirina belgeyan" piştrast kirine, herî kêm 13 jin û keçên Elewî, mêrek û zarokek hatine revandin.
Ji van kesan destdirêjî li pênc kesan hatiye kirin û du jin jî ji ber destdirêjiyê ducanî bûne.
17 hezar dolar dan lê keça wan nehat berdan
Gundên Cebelê yên li bakurrojavayê Sûriyeyê, di nav wan deveran de ne ku tundiya civakî ya dijwar lê rû daye.
