Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li taxa Sebîlê ya bajarê Helebê, çar endamên malbateke Kurd li mala xwe hatin kuştin.
Polîsên bajêr ragihand ku kujer hatiye desteserkirin û ew kesekî nêzîkî malbatê ye.
Ew malbat ji Parêzer Xelîl Ebdo yê ku bi navê Xeldûn Murad jî tê naskirin, hevjîna wî Şêlan Topalî û du zarokên wan Ehmed û Êlîn pêk dihat.
Xelîl Ebdo xelkê gundê Metînayê yê Efrînê bû û hevjîna wî jî xelka gundê Hec Xelîlê bû.
Îbrahîm Muradê pismamê Parêzer Xeldûn di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re qala bûyerê kir û got:
"Dema ku Xeldûn li mala bavê xwe bûye, hevjîna wî û du zarokên wî di nav mala wan de hatine kuştin.
