Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Sûriyeyê ragihand ku wan êrişeke bi dronên bombebarkirî ya li ser baregeha stratejîk a "Tenefê" têk biriye.
Ev baregeh li sêgoşeya sînorî ya di navbera Sûriye, Îraq û Urdinê de ye.
Desteya Operasyonan a Sûriyeyê ragihand ku dron ji axa Îraqê ve hatine avêtin.
Armanca dronan lêdana baregeha Tenefê bûye ku Şamê sibata borî ew ji hêzên Amerîkayê wergirtibû.
Desteyê her wiha diyar kir, "Ev êriş serweriya nû ya Sûriyeyê ya li wê herêmê, li beramberî komên çekdar ên pirnetewe dixe bin ceribandineke dijwar."
Teqînên li Şamê û rewşa Libnanê
Îro berê sibehê jî li Şamê û derdora wê dengê teqînên bihêz hatin bihîstin.
