Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser mûşeka balîstîk a ku ji Îranê ber bi asmanê Tirkiyeyê ve hat avêtin daxuyanî da.
Erdogan diyar kir ku “hişyarî hatine dayîn” û got, "Di warê ewlehiya sînor û asmanê xwe de em karê xwe qet ji şansê re nahêlin."
Mûşeka ku ji Îranê hatibû avêtin û berê wê li asmanê Tirkiyeyê bû, ji aliyê hêzên NATOyê yên li Deryaya Spî ve hatibû xistin.
"Me hişyariyên herî zelal dan"
Erdogan destnîşan kir ku ew bi hevalbendên NATOyê re di nava şêwireke nêzîk de ne û anî zimên:
"Em her cûre tedbîran distînin û di cih de midaxeleya pêwîst dikin.
Ji bo ku bûyerên wiha careke din neqewimin em hişyariyên xwe bi awayekî herî zelal dikin.
Di mijara ewlehiya sînor û asmanê xwe de em karê xwe qet ji şansê re nahêlin."
"Em girava aramiyê ne"
Serokkomarê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de pesnê artêşa Tirkiyeyê da û wiha got:
"Îro eger em di nava xeleka agir a li derdora xwe de wekî giraveke aramiyê derdikevin pêş, sedema vê yekê xisûsiyeta me ya neteweyî ye ku em esaretê qebûl nakin û sedema din jî hêza pêximker a artêşa me ya qehreman e.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê bi hêza xwe ya siyasî, dîplomatîk û aborî li hemû cîhanê balê dikişînin. Em piştgiriya artêşa xwe didomînin."
