Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Amerîkayê derbarê karmendên xwe yên dîplomatîk ên li Tirkiyeyê de biryareke girîng a ewlehiyê da.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ferman da karmendên konsulxaneya Edeneyê û malbatên wan da ku ji bajêr derkevin.
Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Amerîkayê de hatine belavkirin, ev biryar ji ber "zêdebûna metirsiyên ewlehiyê yên li herêmê" hatiye girtin.
Karmendên Amerîkî tên vekişandin
Birêvebiriya Amerîkayê ji karmendên konsulxaneyê yên li Edeneyê û malbatên wan xwestiye ku demildest ji bajar derkevin.
Edene ji bo Amerîkayê wekî yek ji navendên xwedî girîngiya stratejîk tê naskirin.
Her wiha ji ber nêzîkbûna wê ya bi Baregeha Asmanî ya Încîrlîkê re ku di çarçoveya NATOyê de tê bikaranîn, wekî yek ji nuqteyên dîplomatîk ên herî girîng ên Washingtonê yên li herêmê tê dîtin.
Hişyariya geştê
Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, biryar ne tenê bi karmendên dîplomatîk re sînordar maye.
