Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ragihand ku di meha Adarê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 148 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.
ÎSÎGê diyar kir ku 8 ji wan karkeran zarok bûne.
Meclisa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya Adara 2026an a derbarê mirina karkeran eşkere kir.
Li gorî raporê, di 3 mehên destpêkê yên sala 2026an de hejmara karkerên ku canê xwe ji dest daye gihîşt 432yan.
Meha Kanûna Paşîn 155, meha Sibatê 129 û meha Adarê jî 148 karkeran canê xwe ji dest da.
