Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, bersiv da Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan kiribûn armanc.
Çelîk îdia kir, hewldana Netanyahu ya ku dixwaze Kurdan ji bo planên xwe bike "lejyoner" pûç bûye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz li ser medyaya civakî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi "qetilkirina Kurdan" tohmetbar kiribû û Omer Çelîk bertek nîşanî van parvekirinan da.
Çelîk diyar kir ku li pişt van daxuyaniyan 5 sedemên bingehîn hene.
"Nekarîn birayên me yên Kurd bikin lejyoner"
Çelîk gotinên Netanyahu yên li ser Kurdên li Tirkiyeyê wekî "hezeyaneke kirêt" pênase kir.
Çelîk îdia kir ku planên Îsraîlê yên li ser Kurdên li herêmê têk çûne.
Omer Çelîkwiha got, "Ew di nav hewldanê de ne ku birayên me yên Kurd ên li herêmê ji bo planên xwe yên qirêj û Siyonîst bikin 'lejyoner'.
Lê belê birayên me yên Kurd ên li Îraq û Îranê neketin nav vê hevkêşeya şeytanî.
Ew bi aqilmendî tevgeriyan û wan li aliyê rast ê dîrokê cih girt.
Ew îfadeyên kirêt ên Netanyahu yên li hemberî birayên me yên Kurd ên li Tirkiyeyê, di rastiyê de hezeyanek e ku ji ber pûçbûna vî planî derketiye holê."
"Dixwazin dan û standinên aştiyê sabote bikin"
Omer Çelîk bal kişand ser dema vê helwesta hikûmeta Îsraîlê û îdia kir ku armanca vê yekê ew e ku dan û standinên aştiyê yên krîtîk ên Amerîka û Îranê yên li Pakistanê werin sabotekirin.
