Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser aloziya Amerîka û Îranê, Tengava Hurmizê, polîtîkayên Îsraîlê yên li herêmê û mijara Sûriyeyê nirxandin.
Fîdan diyar kir ku alî ji bo agirbestê dildar in û wî ji bo herêmê banga mîmariyeke nû ya ewlehiyê kir.
“Her du alî jî di mijara agirbestê de jidil in”
Fîdan li ser dan û standinên Amerîka û Îranê yên li Îslamabadê tên kirin destnîşan kir ku Tirkiye pêvajoyê ji nêz ve dişopîne.
Fîdan got, “Doh tevahiya rojê em bi aliyên dan û standinan re di nav pêwendiyê de bûn.
Ji bo em bibînin ka em çawa dikarin tevkariyê li rewşa derketiye holê bikin û pirsgirêk li kû derê asê dimîne.”
Fîdan ragihand ku aliyê Amerîkayê helwesteke zelaltir nîşan daye û pêvajo di dosyaya nukleerî de asê maye û wiha axivî:
“Amerîkiyan daxuyaniyeke zelaltir da. Vance civîneke rojnamegeriyê li dar xist û got ku wan pêşniyarek aniye ser maseyê û asêbûn di mijara nukleerî de ye.”
Fîdan bal kişand ser wê yekê ku helwestên destpêkê yên aliyan tund bûn lê ev yek di pêvajoyên dan û standinan de asayî ye û pê de çû:
“Bi derswergirtina ji beşdarbûna demdirêj a di nav dan û standinan de, aliyan helwestên xwe yên destpêkê diyar kirin.
Ev yek her tim maksîmalîst dibe. Tiştê ku ez dibînim her du alî jî di mijara agirbestê de jidil in û pêdiviya wê dizanin.”
“Di mijara nukleerî de `ya hemû ya hîç` bibe dê astengî derkeve”
Fîdan diyar kir ku zehmet e dan û standin di demeke kurt de bi encam bibin û bal kişand ser wê yekê ku dibe pêvajo dirêj bibe:
“Dema hûn li mijarên ku dan û standin li ser wan tên kirin dinêrin, girêdana wan a bi belgeyeke dawî ve di nav 15 rojan de dibe ku ji aliyê teknîkî ve ne pêkan bûya.”
Fîdan da zanîn ku dibe agirbest were dirêjkirin û hişyariya xwe ya krîtîk bi van gotinan anî zimên:
“Eger alî baş biçin dibe ku agirbesteke din were rojevê da ku dan û standin bidomin.
Eger di mijara nukleerî de bûyer vegere ‘ya hemû ya hîç’ê dibe ku em li wê derê rastî astengiyekê bên.”
Fîdan destnîşan kir ku Tirkiye her tim nîşaneya vê yekê dide û eger alî baş biçin ji bo ku dan û standin 45 an jî 60 rojî bidomin dibe ku agirbesteke din were rojevê.
“Tengava Hurmizê bandoreke cîhanî çêdike”
Fîdan eşkere kir ku Tengava Hurmizê ji bo ewlehiya enerjiya cîhanî xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Fîdan got, “Tengava Hurmizê mînaka herî girîng e ku nîşan dide bandorên şer ne herêmî ne, cîhanî ne” û xwe lê berda:
“Ew der cihek e ku ji sedî 20-25ê pêdiviya xaza xwezayî û petrolê ya cîhanê lê tê dabînkirin.”
Fîdan diyar kir ku girtina tengavê bandorê li zincîrên dabînkirinê yên cîhanî dike û anî zimên:
“Em bi rîska qutbûna zincîreke lojîstîk a pir mezin re rûbirû ne.
Bi agirbestê re prensîba vekirina Tengava Hurmizê û pêbendbûna her aliyî bi agirbestê ve hat bipêşxistin.”
“Ti kes naxwaze bibe parçeyekî şerê li dijî Îranê”
Fîdan qala bangên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li NATOyê kir û diyar kir ku welat di vê mijarê de dûr disekinin:
“Di navbera hewldana vekirîhiştina tengavê û bûyîna parçeyekî şerê li dijî Îranê de cudahiyek heye. Ti kes naxwaze bibe parçeyekî şerê li dijî Îranê.”
Fîdan helwesta Tirkiyeyê jî wiha anî zimên, “Ev helwesta me ye jî lê ji bo çareserkirina pirsgirêkê em tiştê ji destê me tê dikin.”
“Midaxeleya leşkerî ya navneteweyî zehmet e”
