Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, li ser Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş biryarek da.
Wezaretê destûr da ku li ser Yavaş lêpirsîn bê kirin.
Îdia ew e ku Yavaş di mîtîngeka hilbijartinê de derfetên şaredariyê bi kar anîne.
Ev mîtîng sala 2023yan li bajarê Karabukê hatibû kirin.
Tê îdiakirin ku di wê mîtîngê de çend wesayîtên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê hatine bikaranîn.
Lêpirsîneke nû ye
Pêşî destûr hatibû dayîn ku li ser Serokê Daîreya Karên Fenê yê berê Azîz Murat Seyrek lêpirsîn bê kirin.
Lê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê paşê biryara xwe berfireh kir.
Wezaretê diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku wesayît bêyî agahiya şaredar nikarin werin bikaranîn û ji ber vê yekê, destûra lêpirsîna nû ji bo Yavaş jî hate dayîn.
Mafê Mansur Yavaş heye ku di nava 10 rojan de îtirazî vê biryarê bike.
