Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bertek nîşanî kuştina kesayet û berpirsên Îranê ya ji aliyê Îsraîlê ve da û got, “Suîqestên siyasî yên Îsraîlê yên li dijî berpirsên dewleta Îranê li derveyî hiqûqa şer in û çalakiyên neyasayî ne.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan doh (17ê Adarê) piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Anita Anandê re, li Enqereyê civîneke hevbeş a rojnamegeriyê li dar xist.
Hakan Fîdan bal kişand ser şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê û ragihand ku ev şer li herêmê dibe sedema metirsiyên mezin.
"Rewşa li Îraqê her ku diçe aloztir dibe"
Hakan Fîdan diyar kir ku qada şer her ku diçe berfirehtir dibe û anî got:
“Em di van çend rojên dawî de dibînin ku şer ber bi Libnan û Îraqê ve belav dibe.
Rewşa li Îraqê jî her ku diçe aloztir dibe. Hewldanên me didomin da ku em vê belaya şer ji ser cîhana Îslamê rakin.”
