Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade re civiya û wan "rewşa herêmê û encamên şer" nîqaş kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade daxuyaniyek belav kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn:
“Her du aliyan ji bo rêlibergirtina ducarebûna şer, pêkanîna aştî û parastina aramiyê ya li tevahiya Rojhilata Navîn teqezî li ser girîngiya berdewamiya agirbest, diyalog û lihevtêgihiştinê kir.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên li gel Komara Îslamî ya Îranê mijareke din a civînê bû.
