Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya beşdariya xwe ya di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re civiya û pirsa aramî û ewlehiya herêmê gotûbêj kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler a danê sibehê de pêşhatên dawî yên herêmê, bi giştî û bandor û encamên wan hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya agirbestê, pêkanîna aştiyê û parastina aramiyê ya li Rojhilata Navîn kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê "pesnê rola Nêçîrvan Barzanî da" û helwesta Herêma Kurdistanê bilind nirxand ku "nebûye beşek ji şer û aloziyên herêmê."
Yaşar Guler her wiha tekezî li ser pêwîstiya hevahengiya piralî ya ji bo parastina aramiya herêmê kir.
