Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di peyama xwe ya ji bo pîrozkirina cejnê de tekezî li ser serxistina pêvajoya çareseriyê kir.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi helkefta Cejna Remezanê peyamek belav kir.
"Demsala aştiyê ya bêzivistan"
Bahçelî di peyama xwe de qala pêvajoya çareseriyê kir û got:
"Armanca Tirkiyeya bêteror, di sedsala nû de cejna miletê Tirk e û demsala aştiyê ya bêzivistan e."
“Eniya navxwe tê qayîmkirin”
Devlet Bahçelî diyar kir ku hevsengiyên herêmî û cîhanî serûbin dibin.
Bahçelî destnîşan kir ku di rewşeke wiha de divê Tirkiye eniya xwe ya navxweyî bihêz bike û got:
"Di demekê de ku ji ber ewrên reş ên şer û pevçûnan çav çavî nabîne, Tirkiye bi gavên rast, bi siyaset û stratejiyên rast eniya xwe ya navxwe qayîm dike.”
