Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kepezê ya parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê agir bi konteynerekê ket.
Di encama şewatê de jineke Sûriyeyî ya ducanî û 5 zarokên wê canê xwe ji dest da.
Di bûyerê de 4 kes jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Şewat nîvê şevê derket
Li Taxa Gazîlerê ya navçeya Kepezê derdora saet 01:30î agir bi wê konteynerê ket ku malbateke Sûriyeyî tê de dima.
Heta niha sedema derketina agir nehatiye diyarkirin.
Li ser agahdarkirina derdorê, tîmên agirvemirandinê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman bi lez midaxeleyî agir kir û şewat temirand.
Nasnameyên wan diyar bûn
Tîman piştî vemirandina agir li nav konteynerê lêgerîn kir û termên 6 kesan dîtin.
Hat diyarkirin ku jina Sûriyeyî ya ducanî Leyle Elelî (27) û zarokên wê yên bi navên Muna Ehmed (9), Fatma Ehmed (8), Heyat Ehmed (7), Îman Ehmed (5) û Mehmûd Ehmed (4) mirine.
