Enqere (Rûdaw) - Wekî kevneşopiyekê, îsal jî di roja duyem a Cejna Remezanê de partiyên siyasî yên Tirkiyeyê çûn serdana hev.
DEM Partiyê bi şandeyekê MHPyê ziyaret kir û MHPyê jî DEM Partî ziyaret kir.
Di navbera AK Partî û DEM Partiyê de jî pîrozbahiya cejnê hat kirin lê AK Partî û CHPyê deriyên xwe li hevdû venekirin.
DEM Partiyê bi şandeyekê serdana xwe ya yekem ji bo MHPyê pêk anî ku bi salan bû her du partiyan di cejnan de pîrozbahî li hev nedikir.
Di serdanên îsal de li gel rewşa herêmê, wekî mijareke sereke mijara rapora Komîsyona Parlamentoyê û qonaxa duyem a pêvajoya aştiyê di rojevê de bûn.
“Em dê cejneke rasteqîn bikin diyarî gelên xwe”
Alîkara Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Yuksel Mutluyê got:
“Em dê bi helkefta vê serdanê nêrîna partiya xwe ya derbarê rojevê de parve bikin.
Em hêvî dikin di navbera her du cejnan de em karekî wisa bikin ku em cejneke rasteqîn bikin diyarî gelên xwe.”
AK Partî û CHPyê hevdû qebûl nekir
Di demekê de ku ji ber atmosfera erênî ya pêvajoya çareseriyê AK Partiyê jî ji bo cejnê berê xwe da DEM Partiyê lê wekî cejna borî di vê cejnê de jî CHP û AK Partiyê pêşwaziya hevdû nekir.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Resul Kurt wiha axivî:
“Şer, hêsir û xwîna ku li derdora me dirije bû sedem ku em bi dilekî şikestî pêşwaziya cejnê bikin.
