Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên siyasî piştî Girtîgeha Edirneyê, vê carê li ber Girtîgeha Silivriyê ya li Stenbolê daxuyaniyeke hevpar da.
Partiyan bang kir ku ji bo "pêvajoyê" gavên lezgîn û şênber werin avêtin, biryarên Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) werin bicihanîn û girtiyên siyasî demildest werin berdan.
Partiyên siyasî îro piştî daxuyaniya li ber Girtîgeha Edirneyê ya ku Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçuk Mizrakli lê girtî ne, çûn ber Girtîgeha Silivriyê (Girtîgeha Marmarayê) ku Can Atalay, Tayfun Kahraman û Osman Kavala lê girtî ne.
Wekî li Edirneyê, li Silivriyê jî parêzeran hevdîtin li gel girtiyên siyasî kirin. Piştî hevdîtinan li ber girtîgehê daxuyanî hat dayîn.
Kîjan partî beşdar bûn?
CHP, DEM Partî), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Şoreşger, Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP), Partiya ji Nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) û Partiya Çep a Kesk bi berdevk, serok, hevserok û nûnerên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn.
"Em gava yekem a şênber dixwazin"
Di daxuyaniyê de cara yekem Serokê Giştî yê EHPyê Hakan Ozturk axivî.
Ozturk tiştên ku zêdetirî salekê ye di çarçoveya pêvajoyê de tên kirin bi bîr anî û got:
"Ji bo ku di vê mijarê de bipaşveçûn çênebe û ji bo em karibin ji cihekî dest bi aştiyê bikin, em dixwazin gava yekem a şênber were avêtin.
Gel êdî li benda gavên şênber e. Em bi gefên curbicur ên li dijî aştiyê re rû bi rû ne.
Ji bo em vê ji holê rakin divê gaveke girîng were avêtin. Rêya paşveçûnê dê bi van gavên girîng were girtin. Divê em bi ser bikevin. Dadgehên bilind, Dadgeha Destûrê û DMMEyê di berjewendiya hevalên me yên girtî de biryar dan.
Pêwîst e ev biryar werin bicihanîn. Gava şênber û zelal a ku em qal dikin ev e.
Eger ev pêk were dê Demîrtaş, Yuksekdag, Mizrakli û girtiyên Geziyê azad bibin.
Ev dê ji bo gelên Tirkiyeyê bibe nûçeyeke gelekî erênî.
Helbet piştî vê jî divê ji bo hemû kesên ku neheqî li girtîgehan in, yaseyên pêwîst werin derxistin.
Divê yaseyên ji bo aştiyê yek bi yek werin derxistin.”
"Dev ji van kiryarên nedemokratîk berdin"
Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan jî bi bîr anî ku wan serê sibehê li ber Girtîgeha Edirneyê daxwaza "edaletê" kiriye û got:
"Em dibînin ku terazûya edaletê xera ye. Her tim alîgiriya pergalê û desthilatê dike. Biryarên Dadgeha Destûrê û DMMEyê nayên bicihanîn.
Nêzîkî ji sedî 80yê civaka Tirkiyeyê bawer nake ku edalet pêk were. Çimkî em dibînin ku Demîrtaş bi awayekî neheq û keyfî di girtîgehê de ye.
Mizrakli bi salan e girtî ye. Li Silivriyê Can Atalay, Tayfun Kahraman û hevalên me yên din girtî ne.
Em her sibe bi operasyonên nû şiyar dibin. Em dibînin ku kujerên Gulistan Dokuyê 6 sal in çawa tên veşartin.
Em dizanin kesên ku xweza û hawîrdora xwe diparêzin çawa tên girtin.
Em sendîkavanên ku ji ber parastina mafên karkerên destqutbûyî hatine girtin dizanin.
Daxwaza me ew e ku edaleta rast pêk were, hûqûq bixebite û yasa ji bo her kesî wekhev be.
Daxwazên me yên edalet, azadî û demokrasiyê daxwazên ku em ê ti carî dev jê bernedin in.
Rêhevalên me, hevalên me mixabin ji ber vê li girtîgehan in.
Binêrin Parêzer Selçuk Kozagaçli di girtîgehê de ye lê kesên ku li Somayê 301 karker qetil kirin li derve ne.
Demîrtaş jî, Kozagaçli jî, Atalay jî, Mizrakli jî girtiyên siyasî ne.
Eger em aştiyê dixwazin, em daxwaz dikin ku hemû hevalên me yên girtî bêyî emma û feqet werin berdan.
Bêyî van ne mimkin e ku mirov qala asayîbûnê bike. Desthilatdarî her sibe bi operasyonan asayîbûnê pêk nayîne.
Banga me ji desthilatê re ev e; hê derfet heye, dev ji van kiryarên nedemokratîk û binpêkirina hûqûqê berdin û demildest hevalên me serbest berdin."
"Divê binpêkirina mafan bi dawî bibe"
Alîkara Serokê Giştî ya CHPyê Gul Çîftçî jî wiha axivî:
