Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyeyê yasaya ku gihîştina zarokên di bin 15 salî de ya ji bo platformên medyaya civakî qedexe dike pesend kir.
Li gorî yasaya nû, dabînkerên torên civakî nikarin xizmetguzariyan pêşkêşî bikarhênerên di bin 15 salî de bikin.
Ev dabînker mecbûr in tedbîrên pêvîst wergirin ku di nav van tedbîran de "piştrastkirina temen" jî heye.
Şeva çarşemê di Civîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, pêşniyaryasaya guhertina Yasaya Xizmetên Civakî û hinek yasayên din hat pesendkirin û bûn yasa.
Ev yasaya nû sererastkirina medyaya civakî û destûra jidayîkbûnê jî li xwe digire.
Bac û lîstikên înternetê
Di çarçoveya rêziknameya nû de, di Yasaya Bacê ya Şirketan de guhertin hatin kirin.
Li gorî vê, bexş û alîkariyên ji bo saziya "Darulaceze" (Mala Bêkesan) dikarin ji baca şirketan werin daxistin.
Her wiha di rêziknameyên weşana înternetê de pênaseyên mîna "lîstik", "belavkarê lîstikan", "pêşdebirê lîstikan" û "platforma lîstikan" ketin nav çarçoveya yasayê.
Benda "rakirina naverokê û astengkirina gihîştinê" ya ku berê ji aliyê Dadgeha Destûrî ve hatibû betalkirin, ji nû ve hat sererastkirin.
Li gorî vê yekê, dabînkerên torên civakî nikarin xizmetê bidin wan zarokên ku 15 salên xwe temam nekirine û divê tedbîrên wekî piştrastkirina temen wergirin.
Ji bo zarokên ku 15 salên xwe temam kirine, dê xizmetên cuda werin pêşkêşkirin. Ev tedbîr dê li ser malperên şirketan werin weşandin.
Kontrola dê û bavan dibe mecbûrî
Her wiha dabînkerên torên civakî mecbûr in amûrên "kontrola dê û bavan" dabîn bikin.
Di nav van amûran de şopandina mîhengên hesabî, girêdana dan û standinên darayî bi erêkirina dê û bavan û şopandina dema bikaranînê hene.
Her wiha girtina tedbîran a li dijî reklamên xapînok jî bû mecbûrî.
Ew dabînkerên ku rojane zêdetirî 10 milyon serdanên wan ji Tirkiyeyê hene, divê di rewşên lezgîn de biryaran di nav saetekê de bi cih bînin.
