Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bi boneya salvegera 111an a bûyerên 24ê Nîsana 1915an, peyamek ji Patrîkxaneya Ermenên Tirkiyeyê û civaka Ermen re şand.
Erdogan diyar kir ku ew Ermenên Osmanî yên ku di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Yekem de canê xwe ji dest daye bi rêzdarî bi bîr tîne û got, “Ez êşa ku civaka Ermen di paşerojê de kişandiye parve dikim.”
"Ez sersaxiyê ji neviyên wan re dixwazim"
Peyama Erdogan, îsal di merasîma ku li Dêra Surp Hagop a Altîmermerê hat lidarxistin de hat xwendin.
Erdogan di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku di pêvajoya hilweşîna Împaratoriya Osmanî de gelek gelan êşên mezin dîtine û wiha li pey çû:
“Ez Ermenên Osmanî yên ku di şert û mercên dijwar ên Şerê Cîhanê yê Yekem de canê xwe ji dest daye, îsal jî bi rêzdarî bi bîr tînim û ducare sersaxiyê ji neviyên wan re dixwazim.”
Erdogan da zanîn ku di wê serdemê de ji ber dagirkirin, pevçûn, serhildan, tevgerên çeteyan, çalakiyên terorî û nexweşiyên vegirtî gelek kes mirine.
Serokkomarê Tirkiyeyê got ku hemû gelên Osmanî yên ku li Balkanan, Kafkasan û Nîvgirava Ereban ji axa xwe hatine derxistin û agir bi malên wan ketiye, êşên kûr dîtine.
