Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê eşkere kir, "Ji aliyê rayedarên NATOyê ve di çarçoveya rûdanên dawî yên li herêma me de, biryara vekişîna 'Mîsyona NATOyê ya Îraqê' hat dayîn."
Wezaretê her wiha got, "Li gorî vê biryarê, tehliyekirina karmendên me yên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê yên ku li Bexdaya paytexta Îraqê wezîfedar bûn ji bo welatê me bi serkeftî hate kirin."
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zeki Akturk di civîna agahdarkirinê ya heftane ya li wezaretê de axivî.
Baregeha Şaxartêşa Pirneteweyî ya NATOyê
Akturk derbarê Baregeha Şaxartêş a Pirneteweyî ya NATOyê de ku tê plankirin were avakirin zanyarî dan û got:
"Wezareta me 2023yan di çarçoveya Plana Herêmî ya Başûrrojhilatê NATOyê de ji bo avakirina Baregeha Şaxartêşê de ferman dabû û ev niyeta me 2024an pêşkêşî NATOyê hatibû kirin.
