Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geredeyê ya parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê jineke bi navê S.C. qirika pitika xwe ya 2 mehî birî û ew kuşt.
Jina ku piştî bûyerê reviyabû, ji aliyê tîmên polîsan ve hat desteserkirin.
Bûyer saet derdora 19:00an li ser Cadeya Ramazan Dede ya li taxa Kîtîrlerê ya navçeya Geredeyê ya parêzgeha Boluyê qewimî.
Li gorî îdiayê, S.C.yê li mala xwe qirika pitika xwe ya bi navê E.C. jê kiriye û ew kuştiye.
Dayîka ku pitika xwe kuşt, pişt re ji malê dûr ket.
