Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku piştî ku çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê bi fermî were piştrastkirin, ew dê bi lez dest bi pêngavên yasayî bikin.
Kurtulmuş got, “Eger partiyên li parlamentoyê wekî di komîsyonê de dilsoz bin, ev yasa dê di demeke kurt de werin derxistin.”
Numan Kurtulmuş di daxuyaniyekê de diyar kir ku Tirkiye neçar e xwe ji metirsiyên li herêmê hene biparêze.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê destnîşan kir ku parlamento di demeke kurt de li ser raporeke hevbeş li hev kiriye û ev yek serkeftineke mezin e.
Kurtulmuş her wiha li ser şerê li gel Îranê jî axivî û got, “Derdê Îsraîlê ne Îran e, ew dixwaze xewna axên mizgînîkirî' pêk bîne lê ev xeyaleke xav e.”
