Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, ji Serokê Herêman Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nameyek şand û êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir.
Li gorî nûçeya ANKAyê, Serokê CHPyê ji ber êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî nameyeke "serxweşiyê" jê re şand.
Ozgur Ozel di nameya xwe de wiha got: "Ez vê êrişê bi tundî şermezar dikim. Ewilî ji bo we, ji bo malbata we ya birêz û ji bo gelê Herêma Kurdistanê ya Îraqê daxwaza silametiyê dikim."
Serokê CHPyê Ozel her wiha bal kişand ser aramiya herêmê û got: "Eşkere ye ku armanca êrişên wilo aramiya herêmê ye.
Ez hêvî dikim ku rûdanên bi vî rengî ducare nebin û li herêma me di demeke herî nêzîk de ewlehî, aramî û îstîkrar pêk were."
28ê Adarê li parêzgeha Dihokê bi dronan êriş hatin kirin û yek ji wan dronan li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ket.
