Berû Zimanekî Yekbûyî Ve
(16)
Tewanga Jimarnavan
Tewang diyardeyeke denganî ye digihêje rastenav û hemû bêjeyên ku di bin sîwana navan de têne xebitandin.
Jimarnav (navên jimaran) jî beşeke giring e ji navên tewangbar. Di babeta tewangê de mijara herî aloz mijara tewanga jimarnavan e. Ji ber ku hemû kurmancîaxêv vê tewangê ne bi yek şêwazî dixebitînin. Anku bûye cihê ciyawazî û nakokîyan. Bo vê egerê pêdivî ye ku em mijarê gav bi gav zelal bikin:
- Nîşandekên Tewangê:
Nîşandekên navên bertewang bi giştî sê ne:
- Nîşandeka tewanga navên nêrzayên yekjimar “î” ye:
Ez çûme gundî
- Nîşandeka navên mêzayên yekjimar “ê” ye:
Ev ava baranê ye.
- Nîşandeka tewanga navên komjimarên her dû zayendan “an” e:
Komela xwendekaran ji keç û xortan pêk tê.
Jimarnav ji hêla tewangê ve sê beş in:
- Nîşandeka tewanga navên nêrzayên yekjimar “î” ye:
- Jimarnavên bingehîn
- Jimarnavên rêzîn
- Jimarnavên dehîn (deh-deh)
- Jimarnavên bingehîn ew jimarnav in ên ku bi şêweyekî asayî li pey hev tên binavkirin, wek: (yek, dû, sê, neh, bîst, şêst, sed …).
Tewanga van jimarnavan jî bi vî şêweyî digihêje berjimarên wan:
- (Nîv, yek) li gora zayenda berjimarên wan tên tewandin:
Nîv nanî bide min.
Yek nanî (nanekî) bide min.
Nîv sêvê bide min
Yek sêvê (sêvekê) bide min
- (dû – heta dawî) bi nîşandeka navên komjimar “an” tên tewandin.
Dû hevalan alîkarîya min kir
Ez deh salan li Amedê mame
- (Nîv, yek) li gora zayenda berjimarên wan tên tewandin:
