Sibeha 28ê Sibata 2026an, yekemîn êrişa esmanî ya Amerîka û Îsraîlê li ser axa Îranê hat kirin. Heta êvara wê rojê, bihayê petrola Brent gelekî guherî. Heftiyek pişt re, bihayê bermîlek petrola rastîn (fîzîkî) ya Rojhilata Navîn gihîşt astekê ku pîşesaziya petrolê berê nedîtibû. Tiştê ku qewimî ne tenê bilindbûna bihayê bû lê belê hilweşîna pergalî ya wê binesaziyê bû ku bazara petrolê çar dehsalan ji bo avakirina wê xerc kiribû.
Bazara cîhanî ya petrola xav li ser du arasteyên cuda dixebite: Bazara ser kaxezê (Paper Market) ku bi rêya peymanên paşerojê di borsaya London û New Yorkê de dan û standin pê tê kirin û bazara fîzîkî (Physical Market) ku tê de bermîlên rastîn ên petrolê tên nîqaşkirin, peyman ji bo wan tên çêkirin û ji bo parzûngehan tên veguhastin. Di rewşên asayî de, ev her du bazar bi hev re diçin lê di dema girtina Tengava Hurmizê de ji ber şer, bi şêweyeke ecêb ji hev veqetiyan.
Bazara ser kaxezê ku petrola Brent nûnertiya wê dike, di 7ê Nîsana 2026an de li dora 110 dolarî sekînî. Ev ew hejmar in ku li ser ekranên Bloomberg û sernavên nûçeyan de xuya dibin lê ev ne ew biha ye ku parzûngehên Koreya Başûr, Japon yan Malezyayê niha ji bo bermîlek petrolê didin. Wekî ku bazirgan dibêjin, bihayê ser kaxezê ji ber daxuyaniyên berpirsên Amerîka û Îranê û gotinên îdareya Trump ên li ser agirbestê tê guhertin û li beramberî wê rastiya ku di bazara fîzîkî de heye, di asteke nizm de maye.
Bazara fîzîkî çîrokeke bi temamî cuda ye. Pîvera Platts Dubai/Uman bingeha diyarkirina bihayê petrola Rojhilata Navîn e ji bo parzûngehên Asyayî û ji aliyê şirketa S&P Global ve li ser bingeha kirîn û firotina rastîn di saet 16:30î de bi dema Singapûrê tê belavkirin. Ev ew hejmar e ku şirketên SOMO, Aramcoya Siûdî û ADNOCaya Îmaratê ji bo diyarkirina bihayê fermî yê firotina xwe (OSP) bi kar tînin. Rojane bihayê 18 milyon bermîl petrolê li cîhanê li ser bingeha vê pîverê tê diyarkirin. Ji dema ku şerê Îranê dest pê kiriye, ev pîver bi şêweyekî wilo hatiye guhertin ku di dîroka xwe ya 45 salî de mînaka wê tune ye.
Pîvera Platts Dubai çawa dixebite û çima ji kar ket?
Ji bo têgihiştina ku bermîlek petrola Îraq, Uman yan Îmaratê îro bi çend dolaran dest dikeve, divê em ewilî mîkanîzmaya Platts Dubai fêm bikin. Tenê 72 saet piştî êrişa yekem, ev mîkanîzma êdî nexebitî.
Pîvera Platts Dubai ji pênc cureyên petrolê pêk tê: Dubai (Îmarat), Uman, Zekûmî (Abû Dabî), Şahîn (Qeter) û Murban (Abû Dabî). Di 2yê Adara 2026an de, şirketa S&P Global Platts ragihand ku demildest hemû ew cureyên petrolê yên li nav sînorê Tengava Hurmizê bar dibin, ji pîverê tên derxistin. Vê biryarê bazar xist nav şokê, çimkî tenê du cureyên petrolê hiştin: Petrola Murban a Îmaratê (ku li bendera Fûceyre ya li derveyî Tengava Hurmizê bar dibe) û petrola Umanê.
Pîvera Platts Dubai, bihayên hatine diyarkirin:
Beriya şer (Hemû petrola meha sibatê): 68.40 dolar
Hemû petrola Dubaiyê ji bo meha gulanê (dan û standina meha adarê): 128.52 dolar
Asta herî bilind a 52 heftiyên petrola Dubaiyê: 137.82 dolar
Lûtkeya bihayê fîzîkî yê Dubaiyê (li gorî medyayê): Nêzîkî 170 dolar
Petrola brent (ser kaxezê - 6ê Nîsanê): 110.82 dolar
Encama vê guherînê ew bû ku bazar kete destê lîstikvanekî qerase. Lîqa bazirganî ya şirketa Total Energy, şirketa Totsa, cihekî wilo mezin di bazarê de girt ku pispor wekî mezintirîn pêgeha lîstikvanekî di dîroka bazara petrolê de pênase dikin. Şirketê di meha adarê de bi nêzîkî 4 milyar dolarî petrol di vê bazarê de kirî û tê texmînkirin ku yek milyar dolar qezenc kiriye.
Şirketa Totsayê berî destpêkirina şerê Îranê, petrola Dubaî û Umanê bi nêzîkî 70 dolarî kirîbû. Di destpêka meha adarê de ku şer dest pê kir û bihayê petrola Umanê gihîşt 120 û 130 dolarî, wê hîn jî berdewam kir li ser kirîna wan cureyên petrolê ku kêm dibûn. Di dawiyê de di 26ê mehê de, wê demê ku bihayê bermîlekê ji wê petrola ku kirîbû gihîştibû 170 dolarî, firot û yek milyar dolar qezenc kir. Hûrguliyên xwarê nîşan didin ka di bazara fîzîkî ya petrolê de di rewşên awarte de çi dikare bibe:
Dan û standinên şirketa Totsa, 4 milyar dolar:
Koma xerciyên ji bo kirîna petrola Dubaî di Adarê de: Nêzîkî 4.0 milyar dolar
Barên petrolê yên ku Totalê wergirtine: 77 bar ji nav 82 baran
Qebareya petrolê: 38.5 milyon bermîl (Uman û Murban)
Qezenca texmînkirî ya Totalê di adarê de: Nêzîkî 1 milyar dolar
Adi Imsirovic, yek ji bazirganên kevn û bi ezmûn ên petrolê got, "Ew tiştekî yekcar mezin e. Bi liberçavgirtina rewşa giştî ya bazarê û rêjeya bilindbûna bihayan û wê bira petrola ku danûstandin pê hatiye kirin, dibe ku ev mezintirîn dan û standina bazirganiya petrolê be ku heta niha di dîroka bazara petrolê de hatibe kirin."
Cudahiya di navbera bihayê ser kaxezê û bihayê fîzîkî
Cudahiya di navbera bihayê petrola brent a ser kaxezê û petrola fîzîkî ya Dubaî ne tenê mijareke teknîkî ye lê belê rastiya herî giring a bazirganiyê ye ku di bazara enerjiya cîhanî ya îro de bandora wê ya rasterast li ser her parzûngehek Asyayê û budceya welatên hilberîner heye.
Beriya şer, cudahiya di navbera brent û Dubaî de ku di bazara petrolê de bi navê EFS tê naskirin, tenê 1 heta 3 dolar bû lê niha ji ber girtina Tengava Hurmizê, ev hevkêşe serûbin bûye. Niha bihayê petrola Uman û Dubaiyê ku nûnertiya petrola fîzîkî ya Rojhilata Navîn dike, gelekî ji brent bihatir e. Çimkî bihayê Dubaî û Umanê nîşaneya kêmiya rastîn a bermîlan e lê brent nîşaneya bazarekî darayî ye ku bi daxuyaniyên siyasî bihayê wê dadikeve yan radibe.
