Bihayê petrola hinardekirî ya Îraqê di meha Adara 2026an de li gorî mehên berê gelekî kêm bûye, çimkî ji 7ê Adarê ve nekariye petrolê ji Tengava Hurmizê hinardeyî bazarên cîhanê bike. Eger rewşa Tengava Hurmizê bi vî şêweyê niha bidome, wê demê tevahiya hinardekirin û dahata petrola Îraqê roj bi roj kêm dibe, çimkî bihayê petrolê daketiye û mesrefê hinardekirinê zêde bûye û tenê yek li ser heftan dikare bêyî Hurmizeyê were hinardekirin.
Meha borî ji ber bilindbûna bihayê petrolê, Îraqê karî qerebûya kêmiya hinardekirinê bike, çimkî her bermîlek bi ser 100 dolarî re firotiye lê xweyîkirina vê pergalê pişta xwe dispêre dahata petrolê û bi derbaskirina keştiyan a di Tengava Hurmizê re ve girêdayî ye, çimkî ew mîqdar petrola ku Îraq dikare rojane bêyî Tengava Hurmizê hinarde bike, di rewşa herî baş de nagihîje nîv milyon bermîlî.
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li ser Îranê ji berê Sibeha 28ê Sibatê heta 8ê Nîsanê ajot û wisa kir ku Tengava Hurmizê di 8ê Adarê de bi awayekî fermî ji aliyê Îranê ve were girtin û metirsiya hedefgirtina keştiyan, bi taybetî jî keştiyên petrolê, derkeve holê.
Piştî agirbesta 8ê Nîsanê ya Amerîka û Îranê û dan û standinên 21 saetan ên Amerîka û Îranê yên li Îslamabadê, hîn ne zelal e ka tengav dê were vekirin yan dê bi vî şêweyê girtî bimîne. Her çend rapor behsa derbaskirina petrola Îraq û Erebistana Siûdiyê ya bi alaya Çînê di dema dan û standinên Pakistanê de dikin.
Mehek berî şerê Amerîka û Îsraîlê yê li ser Îranê, ango di meha Sibata 2026an de, şirketa firotina petrola Îraqê (SOMO) rojane 3,56 milyon bermîl petrol bi her du rêyên keştî û boriyan hinarde kiriye lê di meha adarê de hinardekirin kêm bûye bo 580 hezar bermîlî di rojekê de. Bi vî şêweyî, tevahiya hinardekirinê di meha Sibatê de 99,87 milyon bermîl û di meha adarê de 18 milyon bermîl bûye.
Hinardeya petrola Îraqê di meha borî de di asta herî kêm a 17 salan de bû
Li gorî daxuyaniya Birêvebirê Giştî yê Şirketa Firotina Petrola Îraqê Nizar Şetrî, "Tevahiya hinardeya petrola Îraqê di meha Adara 2026an de nêzîkî 18 milyon bermîl petrol bûye", ango di wê mehê de bi navînî, Îraqê rojane 580 hezar bermîl hinarde kirine û bihayê her bermîlekê jî bi nêzîkî 105 dolarî firotiye.
Eger metirsiyên Tengava Hurmizê bidomin û Îraq nekare wê petrola ku bi keştiyan vediguhêze bigihîne kiryarên xwe yên li bazarên Asya, Ewropa û Amerîkayê, wê demê mîqdarê hinardekirina petrolê di vê mehê de li gorî meha borî kêmtir dibe, çimkî di dema şer de û bi taybetî ji destpêka şer heta 7ê Adarê, SOMO karî nêzîkî 12 milyon bermîl petrol di keştiyan de bar bike û di Tengava Hurmizê re bigihîne kiryarên xwe.
Ji Kanûna Paşîn a 2011an ve heta Adara 2026an, ev cara yekem e ku mîqdar hinardekirina Îraqê ya bo derve bi vî şêweyî kêm dibe. Heta di wan mehên destpêka belavbûna Koronayê de ku hatûçûn li cîhanê sekinî û pêdivî bi petrolê nebû, hîn jî rojane mîqdarê 2,8 milyon bermîlî hinarde dikir lê di Adara 2026an de daket tenê 580 hezar bermîlî ku nêzîkî yek li ser sêyê vê mîqdarê ji ber boriya Kurdistanê bû.
Çavkanî: Amarên Şirketa firotina petrola Îraqê (SOMO) li ser malpera Wezareta Petrolê ya Îraqê
Şer û dahata mehane ya petrola Îraqê
Her wiha, Nizar Şetrî dibêje dahata meha adarê bi nêzîkî dibe ji sedî 28ê tevahiya dahata meha sibatê, ango dahata petrola bi dest ketiye di meha adarê de nêzîkî 2 milyar yan 1,96 milyar dolar dibe, çimkî tevahiya dahata petrola hinardekirî ya Îraqê di meha sibatê de bi bihayê 6,81 milyar dolarî bûye.
Wekî ku di cedwela dahata mehane ya Îraqê ya ji 2011an heta 2026an de hatiye, dahata petrola hinardekirî ya Îraqê di 2026an de mîna Nîsana 2020an bûye, her çend di adara îsal de mîqdara hinardekirina rojane 580 hezar bûye, di demekê de ku di Nîsana 2020an de 3 milyon û 438 hezar bermîl bûye, çimkî bihayê bermîlek petrolê dahata wê diyar dike heta mîqdarê hinardekirinê.
Dibe ku dahata bi dest ketiye ya Îraqê ji hinardekirina petrolê bo meha Nîsana 2026an li gorî meha adarê zêdetir kêm bibe, çimkî bihayê petrolê daketiye û mîqdarê hinardekirinê jî di rêya Tengava Hurmizê re tevî destûra Îranê heta niha asayî nebûye.
