6. Berxwedana Kela Dimdimê (Ji bo beşa yekem a nivîsê bitikînin)
Hemû dîroknas dibêjin ku Şah Ebas destûr dabû Emîrxanê Lepzêrîn ji bo avakirina Kela Dimdimê lê piştî çêkirina kelê, emîrên Şîe û neyarên Emîrxanê Lepzêrîn ketin nav liv û tevgerê da ku wî li ba Şah Ebas reş bikin û lewitandin. Wan li hemberî wî li ba Şah Ebas propaganda reş dabû destpêkirin. Pîr Budaq Beg, serwerê Azerbeycanê, piştgirî dabû van kesan û li qesra şahî dest bi siyaseta qirêj kiribû.
Hemû fesadkar û neyarên Emîrxanê Lepzêrîn piştgirî dabû hev, wan dixwest Şah Ebas qayîl bikin ku ji biryara avakirina Kela Dimdimê poşman bibe. Qedir û qîmeta Emîrxanê Kurd li cem Şah Ebas şikestibû. Şah Ebas ji biryara xwe ya destûrdana çêkirina Kela Dimdimê paş ve gav avêtibû û li gorî daxwaza kesên fesadkar biryar dabû. Ev biryar li gorî daxwaza wan kesan bû ku li hember Kurdan Şah Ebas teşwîq dikirin.
Şah Ebas ji berê ve ji Emîrxanê Lepzêrîn pir aciz û hêrs bû. Bi dilê xwe yê hov, wî li hemberî Kurdan fermanên şer û talanê dabû lê beriya her tiştî, wî dixwest bi rêyên siyasî û dîplomasiyê pirsgirêka Kela Dimdimê çareser bike da ku Emîrxanê Lepzêrîn bikeve destê wî û teslîm bibe.
Bingeha vê siyaseta li dijî Emîrxanê Kurdan ji tirsa azadî û serxwebûna Kurdan dihat. Wê demê gelek mîrên Kurd hebûn ku xwedî kelê bûn lê ew bi serwerên axa xwe ve girêdayî bûn. Di welatê xwe de bûbûn dîlên dagirkerên axa xwe û li ser axa bav û kalan bûbûn koleyên serweran. Eskender Begê Munşî dinivîse ku li cem Emîrxanê Lepzêrîn ramana "serxwebûn û azadiyê" peyda bûbû. Emîrên Şîe û Pîr Budaq Beg, hakimê Azerbeycanê, ev yek hîs kiribûn ku Emîrxanê Kurd vê kelê ne ji bo rehetî û betlanê, belku ji bo şerê azadiyê û avakirina dewleteke Kurdî ya serbixwe ava dike. Wan zanîbû ku Emîrxan dê li Kela Dimdimê tovê dewleteke serbixwe biavêje.
Avakirina Kela Dimdimê ji Pîr Budaq, mîrmîranê Azerbeycanê re pir giran bû. Ji ber vê yekê wî du qasid şandin ba Emîrxanê Lepzêrîn û jê xwest ku dev ji çêkirina kelê berde lê Emîrxanê Lepzêrîn guh neda van gotinan û bi alîkariya biradostan her du qasid dan kuştin. Karbidestên Sefewî û Şah Ebas bi vê biryara Emîrxanê qet ne razî bûn. Digel hemû dijberiyên wan jî keleke pir bihêz hatibû çêkirin û bûbû warê berxwedana Kurdan.
Şah Ebas û derdora wî dizanîbû ku armanca Emîrxanê çi ye û niyeta dilê wî çi dê bibe. Ebdal Xanê Mukrî, kurê Mîrê Paşayê Mukrî ku li dijî siyaseta Şah Ebas bû, xwe gihandibû Kela Dimdimê û piştgirî dida Emîrxanê Lepzêrîn. Malbata Mîrê Mukrî li dijî destwerdanên Sefewiyan serî hildabû. Ebdal Xan ji aliyê Emîrxanê Lepzêrîn ve hatibû parastin. Ev hevkariya her du xanên Kurd bû sedem ku neyarên Emîrxan wî li ba Şah Ebas reş bikin lê her du xan biryardar bûbûn û wan di navbera Kurdan de hevkariyeke xurt dabû avakirin. Ev yek wekî stiriyekî ketibû çavê neyarên wan.
Şah Ebas sala 1609an bi fermandariya Mihemed Paşayê Celalî û Hesen Xanê Şamluyê Beglerbegê Hemedanê, nêzî deh hezar leşkerên bi tecrube li Kurdistana Rojhilat bi cih kirin. Peywira van leşkeran ew bû ku serhildanên Kurdan bitepisînin û bin pê bikin.
Di heman demê de, wan sefer li ser Kurdistana Bakur, ku di bin serweriya Osmaniyan de bû, dikirin û wêran dikirin. Ev hêza leşkerî di destê Şah Ebas de wekî gefek li hemberî Osmaniyan dihat bikaranîn.
Şah Ebas ji Emîrxanî dixwest ku bi Budaq Xanê Tirkman û hêzên Celalî re bibe beşdarê êrişên li ser Kurdistana Bakur û pêşengiyê bike, ji ber ku digotin şarezayiya wî di erdnîgariyê de heye lê Emîrxanî ev daxwaz red kir. Şah Ebas dizanîbû ku Emîrxan ji Budaq Xanê hez nake. Ji ber vê yekê, wî Hesen Xanê Estaclû kir serkirde. Şah Ebas gotibû, "Eger Emîrxan bi xwe neçe, bila Temerxan bi çend kesên şareza yên çiya û geliyên Kurdistanê re bi wan re here." Lê ev pêşniyar jî ji aliyê Emîrxan ve hat redkirin. (Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdim, Elî Teter Nêrweyî, r: 74)
Şah Ebas ji van bersivên Emîrxan pir hêrs bûbû û li dijî van biryaran rê û rêbazên cuda peyda kiribûn. Leşkerên Celalî û Qizilbaş bi plankirî hatibûn şandin û ferman dabûn ku li derdora Kela Dimdimê xwe bi cih bikin. Wan dixwest bi derxistina nexweşî û bêaramiyê li derdora kelê, niştecihên kelê biazirînin û tevliheviyê derxin.
Li ser vê yekê, hêzên Kela Dimdimê li dijî Celaliyan şer kir, wan bi tifeng û topbaranan hinek Qizilbaş kuştin. Dema ev hêz li derdora kelê bûn, çend Kurdên bixîret serê Mihemed Paşayê Celalî jê kir û ji Emîrxanê Lepzêrîn re birin, paşê reviyan Kela Dimdimê û li rex birayên xwe cih girt.
Piştî vê bûyerê, Qizilbaşan peyamek ji Şah Ebas re şand bajarê Erdebilê û derbarê geşedanên rûdayî agahî dan. Şah Ebas serokwezîrên xwe şandin Urmiyeyê da ku pirsgirêka Emîrxanê Kurd çareser bikin. Wan gotibû, "Eger bi awayekî aştiyane pirsgirêka Emîrxan çareser bikin, baştir e.
Eger bi aştî û dan û standinan bi Xanê Lepzêrîn re negihîjin encamekê, wê demê welatê Emîrxan wêran bikin, gelê wî ji nav bibin û welatê wan bidin destê Celaliyan." (Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdim, Elî Teter Nêrweyî, r: 74)
Leşkerên Qizilbaşan bi serkêşiya Hatem Beg, li gel Pîr Budaq Xanê Purnak, Berxurdar Begê topçibaşî, topçî û tifengçiyên ji Esfehan, Xurasan, Bafq, Tebrîz û Xanemîr, kurê Xazî Begê Pînyanîşî, desthilatdarê Selmasê û Ewliya Begê kurê Kor Seyfedîn, desthilatdarê Qerebaxlar, Enzel û Somayê çûn ser Kela Dimdimê. Di dan û standinên di navbera I’timadud-Dewleyî û Emîrxanê Lepzêrîn de, Tîrmeha 1609an, ti encam nehat bidestxistin, her çend I’timadud-Dewleyî soz dabû ku dê pirsgirêkên Emîrxan çareser bike.
Heta hatina leşkerên Şah Ebas, di navbera şervanên Kurd û Qizilbaşan de çend şer li derdora Kela Dimdimê qewimîbûn lê Qizilbaşan nekarîbû kelê dorpêç bikin. Leşkerên Qizilbaş û Celalî 24ê Çiriya Pêşîn 1609an bûn yek û Kela Dimdimê hat dorpêçkirin.
Elî Teter dibêje: "Leşkerên Qizilbaşan bîst-sî carî zêdetir bûn ji şervanên Kurdan. Zivistan bû û derdora Kela Dimdimê bi konên leşkerên Celalî û Qizilbaşan hatibû girtin."
