Hevrikiyên li ser nasname, aîdiyet û beşdariya siyasî di sedsala 21î de êdî tenê bi hêza eşkere nayên çareserkirin. Niha zêdetir bi rêya şêwazên aloz ên birêvebirinê tên bicihanîn. Ew jî komek stratejî ne ku tevlîheviyek ji helandin, hebûn û kontrolkirina daxwazên siyasî dihewînin. Niha naskirin û kontrolkirin êdî du têgehên dijberî hev nînin, temamkerên hev in.
Guherîneke wekî vê di miameleya li gel Pirsgirêka Kurdan de jî tê dîtin. Di demekê de ku çewisandin, darizandin û zîndanîkirina aktorên siyasî yên Kurd wekî rewşeke rast maye, hûnandineke stratejîk a dûvdirêj jî derdikeve holê.
Niha naskirin, diyalog û destûrdana çalakiyên çandî, mil bi milê rêkarên ewlehiyê yên berdewam hene. Ev yek di çarçoveya "siyaseta birêkxistina pêşwext" de hatiye bicihkirin ku armanca wê kontrolkirina rewşê, jêkirina rehendên siyasî ji mijaran û parastina hegemonyaya herêmî ye.
Tirkiye di navenda ji nû ve hûnandina pêgeha xwe ya stratejîk de ye, di nav pergaleke herêmî û cîhanî ya ku bi lez diguhere de. Pêkhateya siyasî ya Rojhilata Navîn a ku piştî sala 1923yan hat avakirin, roj bi roj aramiya xwe winda dike.
Ew sînorên ku serdemekê wekî neguher dihatin dîtin, niha ji ber şer, parçebûna dewletan, kêmiya çavkaniyan û hevrikiyên jeopolîtîk ketine bin pirsyaran. Di vê çarçoveyê de, Pirsgirêka Kurdan careke din vedigere navenda nirxandinên siyasî û stratejîk.
Kurd bi 40 milyon kesî ve, yek ji mezintirîn pêkhateyên neteweyî yên Rojhilata Navîn in û di demeke dûvdirêj de dibe ku bibin mezintirîn pêkhateya li nav Tirkiyeyê. Kurd li herêmên sînorî yên bi hev ve girêdayî yên Tirkiyeyê, Îraq, Sûriye û Îranê dijîn; ew herêmên ku bi petrol, gaz, av û çavkaniyên xwezayî dewlemend in.
Pevçûnên leşkerî nîşan daye ku mirov nikare van herêman ji bo her tim kontrol bike yan jî ji aliyê siyasî ve bêdeng bike. Di heman demê de, şêwazekî nû yê hevxemiya Kurdan ji bo hevdu bêyî liberçavgirtina sînoran, xwerêkxistin û xeyaleke siyasî çêbûye, bi taybetî li bakurê Sûriyeyê.
Ev yek "duriyaneke pêkhateyî" ji bo Tirkiyeyê ava dike: Di navxwe de Pirsgirêka Kurdan hîn jî wekî mijareke ewlehiyê tê dîtin lê di asta herêmî de ber bi guherîna ji bo faktorekî girîng ê hêzê ve diçe. Bersiv êdî tenê çewisandineke mutleq nîne, stratejîk û piralî ye.
Çewisandin û diyalog: Dan û standina bê bangeşe
Tevî şêwazên nû yên diyalogê, çewisandin didome. Girtina siyasetmedarên hilbijartî yên Kurd, dûrxistina şaredaran, darizandina aktîvîstan û sînordarkirina medya û rêxistinên sivîl ên Kurd, hîn jî rewşa qadê ne. Yanî dest ji lojîka ewlehiyê nehatiye berdan.
Di heman demê de, pêwendiyên di navbera dewleta Tirkiyeyê û Abdullah Ocalan de, rêberê zîndanîkirî yê berê yê PKKyê, careke din derketin holê. Zanyariyên kêm li ser naverok, ast an jî armancên van dan û standinan tên zanîn. Ti zelalî nînin. Hîn ne zelal e ka bi Ocalan re wekî aliyekî siyasî yan kesayetiyekî sembolîk yan jî amrazekî stratejîk miamele tê kirin.
Tam ev bihevrebûna "çewisandin û diyalogê" îşaretê bi hûnandineke stratejîk dike. Ji nêrîneke analîtîk ve, dibe ku Ocalan roleke çalak di nav siyaseta rêkxistina pêşwext de bilîze, wekî kesayetiyekî sereke ji bo arastekirina daxwazên Kurdan, dîsîplînkirina aktorên siyasî û kêmkirina îhtimala tundiyê. Ji ber vê yekê ev dan û standin ne qutbûna ji siyaseta borî, dirêjahiya heman siyaseta borî ne.
Siyaseta rêkxistina pêşwext: Tevlîkirina bê serwerî
Siyaseta rêkxistina pêşwext îfadeya stratejiyekê ye ku armanca wê tevlîkirina aktorên bibandor e di nav pêkhateyan de di qonaxeke zû de, da ku rê li ber guherîna hevsengiya hêzê di paşerojê de were girtin.
Di çarçoveya Pirsgirêka Kurdan de, ev bi wateya "tevlîkirina siyasî ya bê mafê biryardana bikom" tê. Beşdariya Kurdan destûrdayî ye heta wê derê ku di nav çarçoveya pergala dewletê de bimîne. Kurd dikarin wekî takekes miameleyê bikin, partiyan ava bikin, postan wergirin û beşdariya siyasî bikin, bi şertê ku daxwazên bikom ên neteweyî yên wekî otonomî, federalî yan naskirina destûrî nexwazin. Ev cure daxwaz wekî mafekî demokratîk ê rewa nayên dîtin, wekî "metirsiya ewlehiyê" tên nîşandan.
Ji bo nifşê ciwan, ev pêvajoyeke fêrbûna bêdeng lê bi hêz ava dike: Serkeftin ne bi rêya mafên bikom, bi rêya xweguncandina takekesî pêk tê. Bi vî awayî Pirsgirêka Kurdan ji rehendê xwe yê bikom tê rût kirin û diguhere stratejiya jiyana kesî.
Rehendê herêmî û pirsa desthilatê
Ev siyaseta rêkxistina pêşwext tenê di navxwe de asê nemaye, bi daxwazên herêmî ve hatiye girêdan. Ji nêrîna Enqereyê ve, çêbûna birêvebiriyeke Kurdî ya mayînde li Sûriyeyê, wekî mînaka Herêma Kurdistanê ya li Îraqê, hîn jî wekî gefeke stratejîk tê dîtin.
Geşedaneke bi wî awayî, Pirsgirêka Kurdan navneteweyî dike, saziyên siyasî yên Kurdî diçespîne û bandora wê ya dûvdirêj li ser Kurdên nav Tirkiyeyê dibe. Lewma Tirkiye bi rêya destwerdana leşkerî, zexta dîplomatîk û bandora siyasî hewl daye rê li ber hebûna keyaniyeke Kurdî ya serbixwe li bakurê Sûriyeyê bigire.
Hevdem, amrazên hûrtir tên bipêşxistin: Stratejiya navxweyî ji bo tevlîkirina siyasî, naskirina çandî û birêvebirina derûnî armanc dikin ku modelên birêvebirina Kurdî ya li derve nebin çavkaniya balkêş ji bo Kurdên navxwe. Lewma siyaseta rêkxistina pêşwext hevdem siyaseta navxwe û siyaseta derve ye jî.
Hinardekirina pergalê: Modela Sûriyeyê
Geşedaneke din derdikeve holê: Hêmanên siyaseta rêkxistina Tirkiyeyê ber bi çarçoveyên herêmî ve tên veguhastin, bi taybetî li Sûriyeyê. Modelek şêwe digire ku bi fermî hebûna Kurdan nas dike lê mafê biryardana siyasî ya bikom, yanî mafê neteweyî red dike.
Di pêvajoya ji nû ve avakirina pêkhateyên dewletê ya li Şamê de, rêbazek derdikeve holê ku "tevlîkirina takekesî" dixe pêşiya "xweseriya saziyî". Kurd wekî welatî tên qebûlkirin lê bêyî saziyên siyasî yên taybet bi xwe, yan xwebirêvebirina herêmî yan jî hêzên ewlehiyê yên serbixwe.
Lojîk zelal e: Naskirin heye lê bêyî encamên pêkhateyî. Nasnameya Kurdî ji aliyê çandî ve destûrdayî ye lê ji aliyê siyasî ve na. Ji bo Tirkiyeyê, geşedaneke wiha dilniyayiyeke stratejîk e, çimkî modelên alternatîf ên hikumraniya Kurdî balkêşiya xwe winda dikin û xeyala siyasî ya sînorbezan lawaz dibe. Ev yek nîşana çêbûna pergaleke herêmî ya hevpar e ku tê de dewletên cuda digihêjin heman bersivê ji bo Pirsgirêka Kurdan.
Nêrîna Îranê: Modeleke veguhastî
Li ber ronahiya vê rewşê, xuya dike ku rêbazeke wekî vê bi borîna demê li Îranê jî cihê xwe bigire. Mercên pêkhateyî wekî hev in: Niştecihên Kurd ên siyasî, daxwazên dîrokî yên ji bo otonomiyê û dewletek ku mafên bikom wekî gef dibîne.
